Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Dibêje Heta ji Dest Wî Tê Ewê Rê li Ber Guherîna CHP'ê Veke


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partîya xwe de dîyar kir ku ewê heta ji dest wî tê rê li ber guherînê veke.

Kiliçdaroglu jibo hilbijartinan spasîya alîgirên xwe kir û got ku ew bi rêzdarî li rexneyên piştî serneketina wan ya di hilbijartinan de dinêre.

‘’Hêrsa me dijî ti hemwelatîyê me ranebûye û em ji wan nexeyidîne. Tercîh û biryar çi be jî em hemî hemwelatîyên heman welatî ne’’

Wî dîyar kir ku wan hay ji barê li ser milên wan heye û got ku ew wek serokê partîyê ne tenê jibo îro û siberoja nêz, lê ser armancên demdirêj jî difikire.

Kiliçdaroglu bang li ciwanan kir ku bibin endamên CHP’ê û di guherînê de bi awayekî aktîf bandorê bikin.

Serokê CHP’ê dîyar kir ku derîyên wan jibo hemî ronahîyan vekirî ye û ewê rê li ber guherînê veke û ewê dawîya dawî bi ser kevin.

Di CHP'ê de piştî serneketina di hilbijartinên serokomarîyê de dengên guherînê bilindtir bûne.

Bajarvanê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ku di CHP'ê de yek li navên li pêş e, di rojên borî de gotibû ku guherîneke berfireh hewce ye.

Jêder: CHP, Twitter

XS
SM
MD
LG