Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Bang li Bajarvanan Dike ku Xizmeta Mexdûrên Erdhejê Bikin


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, ku rêberê muxalefeta serekî ye, Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi tundî rexne kir.

Kiliçdaroglu piştî serdana herêmên erdhejê ji Twitterê ragihand ku berpirsê mezin yê vê peyvajoya xirab Erdogan e.

‘’Min rewşa miletê me li cîhên wan dît. Ezê di jor sîyasetê re li vê rewşê nenêrim û ezê li tala desthilatê nesekinim.’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ku ewê bi ti awayî û li ti zemînê bi Erdogan, qesra wî û çeteyên rantan re necive û ewê heta dawîyê bo miletê xwe şer bike.

Kiliçdaroglu got ku îqtidarê dema pandemîya vîrusa korona bo alîkarîyan astengên burokratîk çêkirine, lê ewê vê carê wan astengan qebûl Nekin.

Rêberê rikeberîyê dîyar kir ku bo kîjan herêmê çi hewce be bi qasî ji hevkarên wî tê ewê zû bigihînin wan herêman.

Di axaftina xwe de, Kiliçdaroglu got ku di afatan de hevkarîya şaredarîyan, sazîyên dewletê , dezgehên sîvîl girîng e, lê îqtidar dijî şaredarîyan bi helwesteke sîyasî tevdigere û gelek dezgehên alîkarîyê bi zextan hatin pûç kirin.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku wî ji şaredaran re xwestiye ku bo alîkarîyan çi ji dest wan were bikin û gotiye ger bo alîkarîyan nan û mitêlên milet girtin gerek be werin girtin jî.

Wî dîyar kir ku bi mîlyonan kes li derve mane, bi hezaran kes di bin kavilan de û hem hêrsa wan rabûye hem jî dilşikestî ne.

XS
SM
MD
LG