Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu got ku ciwanên Tirkîyê demokrasîyê dixwazin.
Kiliçdaroglu di hevpeynîna BBC de, dîyar kir ku hemwelatîyên Tirkîyê naxwazin jiber twîtên xwe di nîvê şevê de werin desteser kirin.
Wî got herkes dikare bi awayekî azad wî rexne bike û got ku ewê azadîya îfadekirinê bi rêkên qanûnî biparêzin.
Li gor nêrîna Kiliçdaroglu, li Tirkîyê hin rîskên sîyasetvanîyê hene, lê ew dîyar dike ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û hevbendên wî çi bikin jî nikarin wî bitirsînin.
Kiliçdaroglu got ku wî soz daye Tirkîyê û ew nikare ji soza xwe vere.
Li ser pirsa derbarê têkçûna pêkan ya Erdogan û vekişîna wî, Kiliçdaroglu dîyar kir ku divê ti kes nekeve fikaran ewê bêdeng vekişe.
Serokê CHP’ê got ku ewê di roja dengdanê de rikeberîyê jibo her tiştî hazir be û dîyar kir ku ew bi Erdogan û Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) bawer nakin.
Kiliçdaroglu dîyar kir ku ew nêzî du salan e ser ewlekarîya hilbijartinê dixebitin û da zanîn ku ewê li hemî navendên hilbijartinê pirtir ji 1 çavderên wan hebin.
Jêder: VOA, CHP