Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiçildaroglu dê bi berbijarekî din yê serokomarîyê, Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce re bicive.
CHP’ê ragihand ku Kiliçdaroglu û Înce wê li navenda Partîya Memleket bicivin.
Civîna her du serokan dê sibê Çarşemê di saet 17:00 li dar keve.
Jimareke endamên CHP’ê bang li Înce kiribûn ku ji berbijarîyê vekişe.
Înce berî bernameya civînê eşkere bibe dîyar kiribû ku ger Kiliçdaroglu serdana wî bike ewê danûstandinan bike.
Wî gotibû ku Kiliçdaroglu birayê wî ye û seroktîya wî kiriye.