Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Ser Zaporizhzhia da, 17 Kuştî Û bi Dehan Birîndar Hene


Li bajarê Zaporizhzhia yê li başûrê rojhilatê Ukraynayê di êrîşên şevê yên li dijî cihên sivîlan da herî kêm 17 kes hatin kûştin.

Hat ragihandin ku bi dehan kesên din jî birîndar bûne.

Dîplomatê payebilind yê Yekîtiya Ewropî îro Şemiyê "bi zimanek tund" hewla Rûsyayê ya ji bo girêdana santrala navokî ya Zaporizhzhia ser axa xwe ve şermezar kir û got ku divê hêzên Rûsyayê bi tevahî ji santralê vekişin û kontrola wê vegerînin bo Ukraynayê.

Nûnerê Bilind yê Karûbarên Derve Josep Borrell got girtina santrala navokî "neqanûnî ye, û bi qanûnî hikmê vê betal e" û wî herwiha got: "Hebûna bihêztir ya Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomî (IAEA) "li wî cîhî û gihiştina wê ya bê asteng ji bo santralê bi lezgînî pêwîst e bo berjewendîyên ewlehiya tevahiya Ewropayê.”

Roja şemiyê, IAEA ragihand ku santrala Zaporizhzhia, ya herî mezin li Ewropayê, çavkaniya xwe tenê ya hêza derve di encama topbarana nû ya Rûsyayê de winda kiriye û neçar maye ku xwe bispêre jeneratorên mazotê yên lezgîn.

Li alîyê din ve Wezareta berevaniya Rûsyayê îro Şemiyê General Sergey Surovikin wek fermandarê giştî yê nû yê hêzên Kremlînê yên li Ukraynayê bi nav kir. Ew yekem ragihandina fermî ya yek fermandarê giştî bû ji bo hemî hêzên Rûsî yên ku li Ukraynayê şer dikin ji dema dagirkirina wê ya 24ê Reşemê dest pê kirî êreve.

Di daxuyaniyê da hat gotin, "Bi biryara Wezîrê Berevanîyê ya Federasyona Rûsyayê, Gegeneral Sergey Surovikin ji bo fermandariya koma hevpar ya li herêma operasyona leşkerî ya taybet hatîye destnîşan kirin."

Surovikin ji sala 2017an êreve serkêşîya Hêzên Esmanî ya Rûsyayê dikir. Di meha Hezîranê de, ew bibû berpirsê hêzên Rûsî li başûrê Ukraynayê.

XS
SM
MD
LG