Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bloomberg: Kim Jong-Un Serdana Çînê Dike


Bloombergê ji zarê sê jêderên cûda îdia kir ku Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un bi awayekî surprîz serdana Çînê kiriye.

Ger îdiaya Bloombergê rast be, Kim Jong un, ku di sala 2011’an de hatibû desthilatê cara yekê derdikeve derveyî Koreya Bakur.

Di rojên dawî de girjîya di navbera Amerîka û Çînê de gur bûye, jiber vê îdiaya Bloombergê ji alîyê sîyasî ve jî girîng tê dîtin.

Bloomberg da zanîn ku jiber taybetmendîya mijarê ew navê jêderan eşkere nakin û ragihand ku hîn ne dîyar e ku dê Kim çend rojan li Çînê bimîne û bi kê re bicive.

XS
SM
MD
LG