Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kim Jong Un Dibêje Ew jiber Pandemîyê Ketine Qonaxeke Dijwar


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku ew jiber pandemîya vîrusa korona di qonaxeke dijwar re derbaz dibin.

Kim Jong Un di konferansa Partîya Karkeran ya Koreya Bakur de dîyar kir ku divê ew li hember dijwarîyan vîrusa korona çêkirine bi ser kevin.

Wî bang li endamên partîya xwe kir ku di ser rêxistinan re karên rindkirina jîyana welatîyan bimeşînin.

Pisporên Koreya Bakur dibêjin ku Kim Jong Un di dema herî diwar ya deh salên xwe yên dawî de ye.

Hin dîplomat û karmendên alîkarîya mirovî yên bîyan yên li Koreya Bakurjî di rojên borî de jiber tedbîrên tund yên dijî vîrusa korona ji wî welatî derketibûn.

Koreya Bakur vê hefteyê dîyar kiribû ku ewê jiber vîrusa korona beşdarî Olîmpîyatên Tokyo nebe.

XS
SM
MD
LG