Lînkên eksesibilîtî

Kim Jong Un: Ezê Trump bi Êgir Terbîye Bikim


Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kir ku ewê bedela gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî rêvebirîya Pyongangê giran be.

‘’Ezê wê kalê dîn î xurifî bi her awayî, bi êgir terbiye bikim, Trump hiş xirab kirine’’ Kim Jong Un got.

Kim Jong Un da zanîn ku ew ji ‘’gefên Trump’’ natirsin û ew bawer dikin ku rêka ku ew ketinê rast e.

Serok Trump, di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) gotibû ku ger Koreya Bakur gefên xwe bidomîne ewê wî welatî bi temamî ji holê rakin.

Serokê Amerîka dîyar kiribû bernameya navokî ya Koreya Bakur dijî hemî cîhanê gefekî mezin e.

Girjîya di navbera Washington û Pyongyangê ew çend meh in herku diçe gurtir dibe. Ser ceribandinên navokî yên Koreya Bakur, Cvata Ewlekarî ya NY’ê dijî wî welatî biryara ragihandina toleyên tund dabû.

XS
SM
MD
LG