Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Koreya Bakur: Kim û Trump Hevdu Vedixwînin Pyongyang û Qesra Sipî


Ajansa dewletê ya Koreya Bakur, KCNA ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump, Kim Jong Un vexwendîye Qesra Sipî.

Li gor ajansê, Kim vexwendina Trump pejirand û wî jî ew vexwend Pyongyangê.

Medya dewletê ya Koreya Bakur dîyar kir ku Kim li Nîvgirava Kore şertên aştî û îstiqrarê çêkirine û pesna wî da.

Di rojnameyan de hat ragihandin ku Hilcivîna Koreya Bakur û Amerîka, rêka bidawîkirina dijminîyê vekiriye.

Serok Trump jî îro Çarşemê da zanîn ku bi Kim re hilcivîneke dîrokî kiriye.

Trump ji Twitterê da zanîn ku cîhan ji afateke navokî ya gumankirî filitîyeê

"Ceribandinan muşekan û lêkolînên wan wê êdî nebin. Spas Kim!’’

XS
SM
MD
LG