Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Nameya Ocalan Projeya Tirkîyê ya Pirsgirêka Kurd Çî Ye?


Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 18’ê Hezîranê nameyek nivîsîbû û naveroka wê nameyê di rojeva bû sedema Tirkîyê nîqaşên berfireh.

Hin kes îdia dikin ku dewleta Tirkîyê dixwaze arîşeya Kurd çareser bike û nameya Ocalan, bo destpêkirina pevajoyeke nû ye.

Prof. Dr. Abdullah Kiran dibêje ku Partîya Dadê û Pêşvebirinê (AKP) di peyvajoya çareserîyê de roleke baş lîst, lê wê nekarî encamên baş derxistana.

Kiran dîyar dike ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, jibo çareserkirina kêşeya Kurd dikare roleke baş bilîze, lê divê ji alîyê Kurdan Ocalan roleke wiha nelize.

“Di peyvajoya borî de Ocalan û dewleta Tirkîyê hevdîtin çêdikirin. Bi nêrîna min ev ne rast bû jibo ku Ocalan bixwe kesekî girtî ye. Pirsa Kurdî ne kêşeyeke navxweyî ya Tirkîyê ye, meseleke navnetewî ye. Jibo vî jî tixûbên navnetewî çi ye, gerek ew bibe. Wek ETA, IRA, Sinn Fein çawa bû, wek wan were çareser kirin.”

Kiran bal dikşîne ku heke di vî alî de gaveke çareserîyê were avêtin, pêdivî bi alîkarîya Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê jî heye û tecrubeyên wê dê hewilên çareserîyê xurtir bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:29 0:00

XS
SM
MD
LG