Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abdullah Kiran: Rûsya Dixwaze Tirkîyê û Amerîka Bîne Hember Hev


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, di vekirina Meclîsê de gotibû ku wan ji danûstandinên ligel Amerîka ti encam bi dest nexistine loma ewê plana xwe ya deverê ewle li Sûrîyê têxin merîyetê.

Berdevkê Kermlînê Dmitry Peskov ragihandibû ku fikarên Tirkîyê di alî ewlekarîyê de di cî de ne û mafê wê heye ku xew biparêze.

Fermandarê Amerîkî Tod Wolters jî ragihandibû ku li cîyên ku wek deverên ewle têne dîyar kirin noderarîyên hevbeş didomin.

Prof. Dr. Abdullah Kiran bawer dike ku Rûsya dixwaze Tirkîyê û Amerîkayê bîne hember hev.

“Demeke dirêj e ku Tirkîye dixwaze ku hêzên xwe bişîne Rojava û Erdogan çend roj berê daxuyanî dan. Lê, li gor qanûna navnetewî Tirkîye nikare hêzên xwe bişîne Sûrîyê, lê em dibînîn ku Rûsya dixwaze Tirkîyê û Amerîkayê bîne hember hev.”

Kiran Kurdan jî rexne dike ku nikarin bertekeke hevbeş ava bikin.

“Tirkîye jî hemû dinê jî dizane ku li bakurê Sûrîyê ji Kurdan ti tehdît ji Tirkîyê re tuneye. Lê dema Erdogan ew daxuyanî dabûn, divêbû hemû Kurd rabûna ser pîyan û li ber Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa bicivîyana û daxwaza mafên xwe bikirana. Lê mixabîn ev nebû. “

Kiran bal dikşîne ku divê Kurd di warê dîplomasîyê de serketî bin ku bikaribin dengê xwe bigehînin cîhanê.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00


XS
SM
MD
LG