Pentagon roja Înê helwesta leşkerên Rûsî yên li Ukraynayê şermezar kir.
Peyvdarê Pentagonê John Kirby di civîneke rojane de gote rojnamevanan, "Pir eşkere ye ku hêzên Rûsyayê tawanên şer kirine." "Li ser wê pirsek nîn e."
Li ser bombebarankirina nexweşxaneyan û "kuştina jinên ducanî", wî ev yek wekî "hovîtiya herî sar û xerab" bi nav kir.
Wî her wiha şîrove kir ku çawa Amerîkayê kûrahiya bêrehmiya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtînî li hember Ukrayniyan sivik girtîye.
Kirby got: "Em bê guman di bin wê bawerîyê da dixebitîn ku birêz Pûtîn dê berjewendiyên neteweyî yên Rûsyayê bi hovane bişopîne."
Wî got: "Ez bawer nakim ku me asta tundûtîjî û zulma wî tam nirxandibe - û, wek min gotî, helwestek bêmoralî û dirindane ye - li ser mirovên bêguneh, li ser kesên ne şervan, li ser sivîlan, bi bêhurmetiyeke mezin jîyana wan dawî dike."
Rûsya red dike ku di operasyonên xwe yên leşkerî da li Ukraynayê sivîl kirine armanc.