Dadgeheke Arjantînî 6 sal cezayê zindanê li seroka berê ya Arjantînê Cristina Fernandez de Kirchner birî ku niha jî wek cîgira serok dixebite.
Fernandez de Kirchner di doza ser perexwarinê de xêncî cezayê zindanê, bi dirêjîya jînê ji kar hat dûr xistin.
Dadgeha Arjantînê dîyar kir ku Fernandez de Kirchner, ku ji 2007’an heta 2015’an welat bi rêve birîye, girêbestên çêkirina rêyan bi rêbazên neqanûnî dane karsaz Lazaro Baez û wî ji beramber wê yekê bertîl dane Kirchner û hevjînê wî.
Parêzerên Kirchner got ku ew biryar kiryareke sîyasî ye û ewê serî li dadgeha pêdeçûnê bikin.
Fernanez de Kirchner yek ji sîyasetvanên navdar yên Arjantînê ye û berê jî merê wê Nestor Kirchner ji 2003’an heta 2007’an seroktîya Arjantînê kiribû.