Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku li bingeheke leşkerî ya Rûsî ku li Qirima dagirkirîye teqînên hêzdar qewîmîne ku depoyeke cebilxaneyan bi qismî zarar dîtiye û trenên li stosyoneke nêz rawestîne.
Bingeha leşkerî û stasyona trenê ku li ya li gundê Mayskoye ya navçeya Dzhankoi ne heremeke girîng e jiber ku Moskow bo şerê xwe yê li Ukrayna wê mîna xeteke dabînkirinê bikar tîne.
Nûnerê payebilind yê Moskow yê li herêmê, Sergey Aksyonov buyer piştrast kir û wek sabotaj bi nav ki.
Aksyonov da zanin ku 2 kes birîndar bûne, trafîka trenê rawestîye û nêzî 2 hezar kes ji gundekî nêzî depoya leşkerî hatine derxistin. Lê wî di derbarê sedema teqînan de ti hûrgilî eşkere nekir.
Ji alîyên din ve televîzyona dewletê ya Rûsya ragihand ku li nêzî bajarokê Dzhankoi ya li bakurê Qirimê stasyoneke elektrîkê jî şewitîye û dîmenên teqînên mezin nîşan da.
Karbidestên heremî dîyar kirin şewat jiber teqînên li heman depoya derketiye.
Ukrayna bi fermî berpirsiyarîya teqînên li Qirimê ne girt ser xwe ne jî red kir.
Lê, karbidestên Ukraynî bi rengekî eşkere jiber ev bûyerên li herema di bin kontrola Rûsya de kêfxweşîyên xwe anîn ziman.
Pispor bale dikşînin teqînên îro û dibêjin ger Ukrayna ew êrîşana kiribe egera pîvanên nû yên di şerê şeş mehan de wê zêde be.
Ew dibêjin ku dibe Ukrayna niha xwedî kanîna xurtir be ku li heremên dûrtir yên li axa Rûsya êrîşa pêk bîne yan jî komên alîgirên Kîevê di êrîşên bi şêwaza gerîlla de serdikevin.