Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hiqûqzan Kirkazak: Li Tirkîyê Hiqûqa Sîyasî Heye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di rojên çûyî de di kongreya AKP’ê ya bajarê Tekîrdaxê de got ku ew ê di warê hiqûq û aborîyê de serdema reformê bidin destpê kirin.

Ev daxuyanîya Erdogan ya ser reformê ji alîyê çapemenîya Tirkîyê ve jî bi berfirehî hate gotûbêj kirin.

Hiqûqzan Cahît Kirkazak dibêje ku gotinên Erdogan bi şikil erênî be jî naverok ne erênî ye.

Cahît Kirkazak
Cahît Kirkazak

“Hiqûq û zagon ji hevdu cûda ne. Niha li Tirkîyê hiqûq di bin bandora sîyasî de hatiye pelaxtin. Li Tirkîyê berî reforma hiqûqê pêwîstî bi rakirina hiqûqa ku hatiye sîyasîkirin heye.”

Gotinên Erdogan yên ser reformê û biryare Desteya Bilind ya Dozger û Dadgeran (HSK) di heman demê de hatin.

HSK’ê jî berî dosyaya karsaz Osman Kavala dosyaya hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş daxwaz kiribû.

Lê, Kirkaza di navbera van de têkilîyekê nabîne û ev yek wek tesadufî dibîne.

“Birêz Demîrtaş demeke dirêj e ku li girtingehê de rêhîn e. Li ser wî ne dozên hiqûqî, lê yên hiqûqa sîyasî hene. Biryara HSK’yê û gotinên Erdogan ne bi hevre girêdayî ne. Demîrtaş dema ji dozekê difitile, li gor daxwaza desthilatê dozeke din dijî wî tê vekirin.”

ED_16_11_2020_C_Kirkazak
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG