Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amedê Avahîyên Ser Girê Kirklardagı Tên Rûxandin


Li Amedê, li perava Çemê Dîcleyê, avahîyên ku li ser Girê Kirklardagî dihatin lêkirin, bi biryara dadgeh û Wezareta Jîngeh û Bajarsazî tên rûxandin.

Şeş sal berê piştî ku Girê Kirklardagi ji avakirinê re hat vekirin, li ser wir avahîyên bilind hatin lêkirin.

Lê, bi îdiaya ku kompanîya ku avahîyan çêdike, pere dişîne PKK'ê, di derheqa 32 kesan de lêpirsîn destpê kir û bi biryara dadgehê lêkirina avahîyan hat rawestandin.

Wezîrê Jîngeh û Bajarsazî Mehmet Ozhaseki di meha Heziranê de, dema serdana Amedê gotibû ku peyvajoya hiqûqê didome û ewê hemî avahîyên li ser Girê Kirklardagi hilweşînin.

Hêjayî balkişandinê ye ku Girê Kirklardagi di çanda devkî ya Amedê de cîhekî pîroz tê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG