Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kerkukê Herî Kêm 8 Polîs Û Efserek Fedral Hatin Kuştin


Arşîv: Êrîşa bombeyî li Kerkuk
Arşîv: Êrîşa bombeyî li Kerkuk

Parêzgarê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî îro Yekşemê piştrast kir ku di êrîşa çekarên DAIŞê de li kerkuk hejmarek ji efserên polîsên federal jiyana xwe ji dest dane, û wî gotiye ku dê bersiva wê êrîşê bihê dan.

Cibûrî, di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyên Îraqê "INA" ve hatin ragihandin, got ku "bûyera gundê Safra dê di demek lezgîn de bê bersiv nemîne", weke ew dibêje.

Du çavkaniyên ewlekariya Îraqê ji ajnasa Reuters re gotine "Herî kêm 8 Polîsên federal yên Îraqî roja Yekşemê piştî teqîna bombeyekê hatin kuştin".

Reuters dide zanîn ku karwanê polîsan li başûrê rojavayê bajarê Kerkûkê yê dewlemendê bi petrol rastî êrîşê hatîye.

Teqîna bombeya li ser rê, li nêzî gundê Safra yê ku nîzkî 30 kîlometran dikeve başûrê rojavayê Kerkûkê, pêk hat.

Weke jêderan ji Reutersê re ragihandî ku birîna du polîsan giran e, çekdarên dewleta Îslamê (DAIŞ) li wê herêmê çalakin, her çende Îraqê sala 2017ê serkeftina bi ser DAIŞê de ragihand bû.

Ajansa Nûçeyan ya Îraqî behsa kuştina efserekî ewlekarîyê kir, di heman demê de kenalên mediya navxweyî piştrast kir ku 9 polîsên federal hatine kuştin, di nav de efserek heye û endamek din jî birîndar bûye.

Jêderekî ewlekarî ji mediya xwecihî re ragihand ku "du otombîlên hêzên asayîşa Polîsên Federal li navçeya Riyaz ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve kirine armanc."
Wî jêderî anî ziman ku bombeya çandî li ser rê bûye sedem ku " 9 polîs jiyana xwe ji dest bidin ji wana yek pileya rayide û yek din jî birîndar bûye."

Jêderekî din yê ewlehiyê dîsan ragihandî ye ku, "yekser piştî teqînê, şer û pevçûnek çekdarî di navbera polîsê Îraqê û endamên şanên DAIŞê de derket û di encamê de endamekî wê rêxistinê hat kuştin."

Piştre jî çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku li nêzîkî cihê teqîna li Kerkûk, şer û pevçûn di navbera hêzeke ewlehiyê û "grûpeke terorîstî" de derketîye.

Jêder/Reuters-AFP-Alhurra

XS
SM
MD
LG