Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kişanak: Bajarvanên AKP'ê û CHP'ê li Enqerê Ti Xizmet Nekirine


Berbijara Bajarvanîya Enqerê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gultan Kişanak got ku li paytexta Tirkîyê ti xizmet nedîtiye.

Kişanak, ku ji 2016’an vir ve girtî ye û kempeyna xwe hilbijartinê ji zindanê dimeşîne, ji X’ê berbijarên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Gel ya Komarî (CHP) rexne kir.

‘’Berbijarên cêwi her ku projeyên xwe dibêjin xirabtir dikin. Li paytextê xizmet tuneye, vîzyon tuneye, mîsyon tuneye.’’

Wê dîyar kir ku di dewra bajarvanên AKP’ê û CHP’ê de kêşeyên Enqerê nehatine çareser kirin.

Kişanak got ku ava li Enqerê ne pak e, û li hin gund û bajarokên wê av û kanalîzyon tuneye.

Enqere di hilbijartinên 2019’an de bi berbijîyar Mansur Yavaş ket destê CHP’ê û ew jinûve berbijarê wê partîyê ye.

Yavaş îro ji medyayê re got ku DEM Partî li ebqerê berbijar derxistîye ku pêşî li serketina wî bigire.

Berbijarê AKP’ê yê jibo Bajarvanîya Enqerê Turgut Altinok e ku berê li bajarokê Keçîorenê, li Enqerê bajarvanî kiribû.

Jêder: X

XS
SM
MD
LG