Berbijara Bajarvanîya Enqerê ya Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Gultan Kişanak dîyar kir wê jin li paytexta Tirkîyê jî serfiraz bin.
Kişanak, ku ji 2016’an vir ve girtî ye û kempeyna xwe ya hilbijartinê ji zindanê dimeşîne, bi peyamekê Roja 8’ê Adarê ya Jinên Kedkar pîroz kir.
Wê dîyar kir ku ewê jin ji Amedê heta Enqerê jibo avakirina pirên aştîyê pêşengîyê bikin.
‘’Têkoşîna jibo aştîyê jibo me jinan mijareke serekî ye. Emê li her dem li her derê berevanîya aştîyê bikin.’’
Kişanak dîyar kir ku DEM Partî berevanîya sîstema hevseroktîyê dike û got ku ew êdî li Enqerê jî jibo serketinê têkoşînê dimeşînin.
Berbijara DEM Partî dîyar kir ku ewê jibo azadîya xwe bajarên xwe bi rêve bibin.
Platforma Jinan ya Enqerê li paytexta Tirkîyê çalakîya 8’ê Adarê li dar xist.
Di meş û çalakîyan de hin jinan bi sloganên wek ‘’jin, jîyan, azadî’’ wêneyên Gultan Kşanak hildan.
Jêder: Arti Gerçek