Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gultan Kişanak bo Piştgirîya Leyla Guven Dest bi Greva Birçîmayînê Dike


Gultan Kisanak

Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak îro Sêşemê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ew bo piştgiriya Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê dike.

"Ez piştgirî didim parlamantera me Leyla Guven. Jibo ev çalakî bigiheje armanca xwe û tecrîd bi dawî bibe, berpirsî dikeve ser milê me hemûyan.”

Kişanak ku nêzî sê sal in li Girtîgeha Kandira ye, dîyar kir ku ew jibo dawîkirina tecrîda ser rêberê PKKê Abdullah Ocalan, ji Sêşemê pê ve, bi dirêjîya 10 rojan dest bi greva birçîbûnê dike.

“Me dît ku rol û mîsyona Abdullah Ocalan jibo aştîya civakî mezin e. Bi dawîbûna tecrîdê, derfet çêdibe ku proseseke nû ya aştîya civakî destpê bike."

XS
SM
MD
LG