Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê got li herêma erdhejê hîn jî hewcedarî bi çadiran heye.
Kiliçdaroglu, di komcivîna partîya xwe de ser kêşeya çadiran axifî û jiber firotana konan Heyva Sor ya Tirkîyê (Kizilay) rexne kir.
‘’Di roja felaketê de Kizilay, ku temenê wê bi qasî komara me ye, çawa dikare çadiran bifiroşe? Li depoyên wê çend çadir mabin, em dixwazin wan bikirin û bişînin herêma erdhejê."
Kiliçdaroglu, jiber gotinên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan yên li Semsûrê jî rexne kir.
Erdogan do Duşemê di serdana Semsûrê gotibû di rojên pêşîn yên piştî erdhejê de derfetan rê nedaye ku ew li wî bajarî, wek wan xwestî bixebitin û ji gelê wir xwestibû ku heqê xwe li wî helal bikin.
Kiliçdaroglu dîyar kir ku jiber ku Erdogan qesta jîyana gel kiriye, ew nikare helalîyê bixwaze.
Wî got ku piranîya kesên li Semsûrê di bin enqazan de mirine jiber sermayê canên xwe ji dest dane.
Jêder: CHP, VOA, NTV