Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ceyrana Mala Serokê CHP’ê Kemal Kilçdaroglu Hate Birîn


Kilicdaroglu
Kilicdaroglu

Elektrîka mala Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu duh hate birîn. Kiliçdaroğlu, li Enqerê li mala xwe di bin ronahîya fanosê de daxuyanîyek da.

“Ez ne ku nikarim perê fatûreya elektrîkê bidim, derfetê min heye, lê li Tirkîyê 4 mîlyon kes ceyrana wan hatîye qut kirin, min xwest ez bibim dengê wan.”

Kiliçdaroglu, di 10 Rêşemîyê 2022’yan de gotibû ku Erdogan di 31 Berfanbara 2021an de zamên ku îmza kir paşta nekşîne ewê, ji îro pê ve, ti dirava fatûreyeke elektrîkê nede.

Li Tirkîyê heke kesek di nav sê mehan de ser hev deynê fatûreyên elektrîkê nede, ceyrana wan tê birîn.

Jiber ku Kiliçdaroglu sê me deynê fatûreyê nede di 21ê Nîsanê de elektrîka mala wî hate qut kirin. Piştî birîna elektrikê Kiliçdaroglu li Navenda Giştî ya CHP’ê de vîdeoyek kişand û pêşkêşî bîragiştî kir.

Aniha hevjîna min agahî da min ku elektrîka mala me qut kirine. Hun hemû dizanin gelê me di rojên gelek dijwar de derbaz dibin. Bi zaman pişta gelê me şikandine. Di nav sê salan de li ser elektrîkê sedan 400 zam hatiye kirin. Ez ne ku nikarim perê elektrîkê bidim, dikarim bidim, lê min xwest di vê demê de piştgirî bidim gelê xwe.”

Hevjîna Kiliçdaroğlu Selvî Kiliçdaroglu jî li ser qutkirina elektrîkê got ku jîyana bê elektrîkê ji me ne dûr e. “Aniha elektrîka 4 mîlyon kesan tuneye. Ez jî bê ceyran bimînin te pirsgirêk e. Em dixwazin bibin dengê wan.”

Kiliçdaroglu di vîdeoya xwe ya taybet ya bin ronahîya fanosê de, bi hevjîna xwe re got ku li Tirkîyê 4 mîlyon kes jibo ku nikaribûne diravna fatureyên bidin, elektrîkê wan hatiye qutkirin û ew dixwaze bibe dengê wan.

Kiliçdaroglu da zanî ku ewê vê çalakîya xwe heta hefteyekê bidomîne.

ED_22_04_2022_Kiliçdaroglu_Elektrîk
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG