Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kiliçdaroglu Soza Çareserkirina Pirsgirêkên Mezin yên Tirkîyê Dide


Kemal Kilicdaroglu
Kemal Kilicdaroglu

Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu di civîna gruba parlementoyê de ragihand ku partîya wan dixwaze birînên ku li Tirkîyê hatine vekirin derman bike.

"Dizanîm wê dijwar be, lê emê bi ser kevin. Emê ji Roboskê, ji girtîyên Zindana Dîyarbekirê, ji Ahmet Kaya, ji karkarên Soma'yê helatîya xwe bixwazin..."

Kiliçdaroglu, di 10ê Mijdarê de vîdeoyek li ser hesabê xwe yê medya civakî weşandibû ku tê de gotibû ku pêdivîya Tirkîyê bi hevre helalkirinê heye.

“Êdî ev dem dema ji hevdu helalkirinê ye. Her çi dibe bila bibe, jibo lihevkirina têkilîya civakî û jibo dermankirina birînên me, divê em ji hevdu re helaltî bidin. Partîya ku ez seroktîya wê dikim jî di demên borî de hem birînên wê û hem ji birînên ku vekiribûn hene. Demek e dirêje ez li ser vê sîstema ku birîna vedike rawestîyam. Êdî ez dixwazim helaltîyê bixwazim û van birîna derman bikim.”

Gotinên Kiliçdaroglu di nav sîyaset û medyaya Tirkîyê de bû sedama gotûbêjên mezin û gelek kes dixwest fem bike ku Kiliçdaroglu dixwaze bi kêr re helaltîyê çêke?

Kiliçdaroglu bersîva van pirsan da û naveroka vê helalkirinê jî zelal kir.

"Birînên vekirî hene, dizanim wê hêsan nebe, lê emê çareser bikin. Emê bi birînên ku di 28ê Şibatê de hatin vekirin re helaltîyê bikin. Keçên serlaçikî biz zorê xistin odeyên qanekirinê emê ji wan helaltî bixwazin. Emê bi Roboskê re halaltîyê bikin, bi girtîyên Zindana Dîyarbekirê re halaltîyê bixwazin. Emê bi mexdurên bûyerên Sêwasê, Kahramanmaraşê re helaltî bikin. Emê Romanên ku ji taxa xwe hatine sirgûnkirin, emê kêmnetewên ku di 6-7 Îlonê de di bin bacan de qîrîn dikirin re helaltî bixwazin. Emê bi Ahmet Kaya re helaltîyê çêkin.”

Kiliçdaroglu vê helalkirinê wek stratejîyekê nabîne, lê wek pêkanîna aştîya civakî bi nav dike loma jî dibêje ewê ji niha pê ve derkeve rê û bi van kes û gruban re hevdîtinan çêke.

ED_17_11_2021_Kilicdaroglu_Helalî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:53 0:00

XS
SM
MD
LG