Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ron Klain: Rêvebirîya Berê Ser Belavkirina Vaksînan Ti Plan Çênekiribû


Sekreterê Giştî yê Qesira Sipî Ron Klain dîyar kir ku rêvebirîya Serokê berê Donald Trump ser belavkirina vaksîna vîrusa korona ti plan çênekiriye.

Klain ji NBC re da zanîn ku gava ew hatine Qesira Sipî wan dîtiye ku ji xêncî malên çavdêrîyê û nexweşxaneyan, bo civakê ti peyvajoya belavkirina vaksîna destpê nekiriye.

Serok Joe Biden piştî dest bi kar bike hin fermanên qanûnder îmza kiribûn ku bi wan tê armanc kirin ku belavkirina vaksînan zûtir bimeşe.

Biden hewil dide ku bi rêvebirîyên herêmî û yên eyaletan re li salonên konferansan û li stadyuman navendên vaksînan çêke.

Rêvebirîya nû herwiha dixwaze ku xebatkarên klînîk yên daîreyên federal û karmendên tibê yên leşkerî bo peyvajoya vaksînan bide xebitandin.

Klain da zanîn ku bi mîlyonan doz hatine belav kirin, lê bi tenê nîvê wan hatine karanîn.

Wî dîyar kir ku rêvebirîya Biden hewil dide ku vaksînan bigihijîne destê însanan.

XS
SM
MD
LG