Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Îsraîlê Ser Jenosîdkirina Ermenîyan Rûniştineke Taybet Pêk Tîne


Parlemana Îsraîlî Knesset îro Çarşemê dengdan li ser pêkanîna rûniştineke taybet kir ku naskirina jenosîdkirina Ermenîyan ji alîyê Tirkan ve gotûbêj bike.

Tamar Zandberg, seroka komîteya ku pêşnîyar anîye ber dengdanê, ragihand ku hîn dema rûniştina taybet nehatiye dîyar kirin.

Di dengdanê de 16 endamên Knesset amade bûn û ji koalîsyona ser desthilatê ji xencî Seroka Knesset Yuli Edelstein û Wezîrê Ewlehîya Giştî Gilad Erdan, tenê du parlementer beşdar bûn.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Îsralê berê tim rê li ber hewilên wî rengî digirt, lê vê carê dijberî li pêşnîyara naskirina tevkujîya Ermenîyan nekir.

XS
SM
MD
LG