Endamekî Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi navê Denîz Hevî îro Duşemê li nav avahîya wê rêxistinê li bajarê Hewlêrê bi demançeyê hate kuştin.
“Îro piştî nivêja Esirê, Denîz Hêvî, berpirsê îdarî yê KNK, bi tena xwe li nav bingeha KNK’ê li Hewlêrê bû. Kesekî nenaskirî li derî da û dema Denîz derî vekir wî kesî yekser bi demançeyê teqe lê da,” Hekîm Ebdilkerîm, endamê KNK, ji Dengê Amerîka re ragihand.
Li gor agahîyan, Asayîşa Hewlêrê avahîyê ku navenda KNK’ê tê de ye girtiye û nahêle kes derbaz bibe.
“Piştî hatina hêzên asayîşê, termê Denîz ji bijîşkê dadwerî re hate şandin, navenda KNK hate girtin û niha hevalên me hewil didin ku termê Denîz wergirin, lê belê hêzên ewlekarîyê dibin ewê sibe term bidin me,” Ebdilkerîm got.
Heta niha ti kesî berpirsîya vê êrîşê nexistîye stûyê xwe. Dengê Amerîka derbarê êrîşê peywendî ligel polîsê Hewlêrê kir, lê heta nibîsîna vê raportê ti bersîv negirt.