Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civata Nûneran Îro Dîsa Dengdanê Dike ku Serokekî Nû Hilbijêre


Mike Johnson, Kongresmanê Louisiana yê Komarî
Mike Johnson, Kongresmanê Louisiana yê Komarî

Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka wê îro bo bijartina serokê Civatê dengdanê bike, piştî ku Partîya komarî do şev Mike Johnson, wek berbijarê herî dawî dîyar kir.

Komarî hêvî dikin ku Nûner Mike Johnson, nebe qurbanê alozîyên navxweyî yên partîyê, ku berbijarên wan yên din têk birin.

Bi sedema alozîyên navxweyî yên Komarîyan, ji 3’ê Cotmehê û vir ve Civata Nûneran bê serok e û nikare ser mîjarên girîng biryara bigire, wek şerên li Rojhilata Navîn û Ukrayna yan derbazkirina budceyê.

Mike Johnson yê ku 51 salî ye, berbijarîya Partîya xwe di derengîya do de, piştî rojeke tevlîhev û nîqaşbar bi dest xist. Jiber ku berbijarekî din, Tom Emmer piranîya dengan wergirt û mafê berbijarîyê bi dest xist. Lê, jiber givaştina ji alîyê konservatîf vekişîya ku û Johnsn bû berbijarê serokê Civata Nûneran.

Komarî armanc dikin ku Johnson îro wek serokê civatê were bijartin, gave ku ger serketî be, wê rawestîna sê hefte ya dirêj bi dawî bike. Bi hilbijartina serokê nû wê hemû kiryarên qanûnî yên li Civatê jinûve werin destpê kirin.

Nûnerê Louisiana, Johnson wek hevbendekî nêz yê serokê berê Donald Trump tê zanîn.

Turmp îro bang li nûnerên Komarî kir ku li dora Johnson bibin yek. Do Seşêmê jî banga piştgir înekirina hevrikê Johnson, Emmer kir, jiber ku di têkçûna Trump ya 2020’an de, deng da ku seroktîya Biden were erêkirin.

Lê, ne dîyar e ku Johnson wê 217 dengên ku seroktîya Civatê pêwîst e bi dest bixe, yan wek Emmer û berbijarên din wê bibe qûrbanê lihevnekirinên navxweyî yên Partîya Komarî.

Serokê Civata Nûneran yê berê Kevin McCarthy di 3'ê Cotmehê de jibi hewlên Kongresmanê Louisiana, Steve Scalise ji posta xwe hatibû dûrxistin.

Dû re, Komarîyan Scalise wek berbijarê xwe ragihand, lê wî nikarîbû dengên pêdivî bi dest bixista ku bibe serok.

Heta niha Jim Jordan û Tom Emmer jiber alozîyên navxweyî yên Partîya Komarî ji berbijarîya seroktîya Civata Nûneran vekişîne.

Nûnerên Demokrat dibêjin ku ew vekirine ku berbijareke ku wê Civatê bi hevbîrbûnê bide xebitandin, hilbêjêrin.

Di Civata Nûneran de Partîya Komarî xwedîyê 221 kursîyan e û Partîya Demokrat jî xwedîyê 210 endaman e.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG