Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lampedusa li Îtalya Keştiya Koçberan Binav Bû 41 Koçber Mirin


ITALY-MIGRANTS
ITALY-MIGRANTS

Roja Çarşemê ajansa nûçeyan ya Îtalî ANSA eşkere kir ku 41 koçber di encama jêravbûna keştiyê de li peravên girava Lampedusa ya Îtalyayê jiyana xwe ji dest dane.

Ajansê diyar kir ku 4 kesên ku ji bûyerê rizgar bûne ji tîma rizgarkeran re gotine ku ew di gemîyekê de bûn ku ji bajarê Sfax (Sefaqis) yê Tûnisê derketibû û di dema rêwîtiya xwe ya ber bi beravên Îtalyayê binav bû.

kesên di gemiyê de her hemû xeniqîne tenê 4 kes sax mane û hatine rizgar kirin.

Ajansê diyar kir ku ew 4 kesên sax mane 3 mêr û jinek in, ew welatiyên komara Cote d'Ivoire ê Gîneyê ne, welatên ku li rojavaya Afrîqayê ne.

Reuters, radigihîne ku çar kesên ji keştiya binavbûyî xilas bûn gotin ew 45 kes bûn di keştiyê de, di nav wan de 3 zarok jî hebûn.

Zêdetirî 2,000 koçber di çend rojên dawî de gihîştine Lampedusa piştî ku ji hêla keştiyên nobedarên beravên Îtalya û komên rêxistinên sivîl yên xêrxwaz ve di nava ba û bahozên dijwar de yên li dora giravê hatin rizgar kirin û anîne Lampedusa .

Hikûmeta rastgir ya Îtalya siyaseteke weha bikartîne ku ji bo keştiyên xêrxwaz yên ku dixwazin koçberan rizgar bikin, benderên dûr destnîşan kirine, li şûna ku ew koçberan di dema rizgar kirinê de bilez bigehînin giravên Lampedusa yan jî Sîcîlyayê.

Li gorî datayên Wezareta Karên Hundir ya Îtalya di vê salê de heta niha dora 93,700 koçber bi rêyên deryayî xwe gihandîye welat.

Hevberkirin li gel sala par 2022ê di heman demsalê de dora 44,700 koçber hatbûn Îtalya.

Jêder: Reuters/ANSA

XS
SM
MD
LG