Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNICEF Dibêje Îsal 289 Zarokên Koçber Li Derya Spî Mirine


Dîmeneke koçberên ku keştîya wan binav bûye û ji hêla Nobedarên Beravê yên Lîbya ve li Deryaya Spî hatin rizgarkirin, Garabolî, Lîbya, 25 Nîsan, 2023.
Dîmeneke koçberên ku keştîya wan binav bûye û ji hêla Nobedarên Beravê yên Lîbya ve li Deryaya Spî hatin rizgarkirin, Garabolî, Lîbya, 25 Nîsan, 2023.

Ajansa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di nîvê yekê ya îsal 2023’an de, nêzî 289 zarok dema hewl didan ku ji Derya Spî derbazî Ewrupayê bibin jiyanên xwe ji dest dane.

Verena Knaus, rêbera cîhanî ya UNICEF’ê ya ser koçberî û derbiderbûnê, got pêkan e ku hejmarên rastîn zêdetir bin, jiber ku ji gelek keştîyên binavbûyî li Derya Spî ti kes sax namînin yan jî ew nehatine tomarkirin.

Knaus herwiha bal kişand ser zêdebûna rêjeya mirênên zarokên koçber û got ku ev hejmara li gor şeş mehên pêşî yên 2022’an du qat e.

"Hejmara zarokên ku dema hewl didan ji Derya Spî derbazî Ewrupayê bibin mirine di nîvê yekê ya îsal de li gor heman heyama sala borî du qat zêde bûye," Knaus got.

Knaus bal kişand ku bêguman pêkan e ku pêşî li wan mirinên zarokan were girtin.

Knaus herwiha dîyar kir ku di şeş mehên ewil yên îsal di 2023’an de, bi texmînî 11 hezar û 6 sed zarok ji Derya Spî derbaz bûne - ku hema hema du caran ji heman heyama 2022’an zêde ye.

Knaus ragihand ku di sê mehên pêşî yên 2023’an de jî, dora 3 hezar û 300 zarok -ji sedî 71 yê tevahîya zarokên ku bi Derya Spî digihêjin Ewrupa - wekî bêkes yan ji jihev veqetandî hatine tomar kirin.

Wê got ev hejmar jî li gor heman heyama sala borî sê qat zêdetir e.

UNICEF jibo zarokan banga berfirehkirina rêyên ewle, qanûnî û hêsan dike da ku ew karibin li Ewrupa li mafê parastinê bigerin.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG