Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka: DAIŞ li Îraq û Sûrîyê Diqede


Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka ya dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) ragihand ku di destê rêxistina tundrê de ax û çekdar hema bêje nemane.

Koalîsyonê da zanîn ku rêxistina tundrê li seranserê Îraq û Sûrîyê bi awayekî giran têk çûye.

Koalîsyonê dîyar kir ku li Îraq û Sûrîyê ‘’bi qasî 1000 çekdarên DAIŞ’ê jî nemane’’ û bi bîr xist ku çend salên berê piranîya wan ji welatên bîyan bi deh hezaran çekdarên DAIŞ’ê hebûn.

Di daxuyanîyê de hate ragihandin ku nêzî temamê axa ku di sala 2014’an de ketibû destê DAIŞ’ê ji rêxistinê hatiye sitandin.

Koalîsyonê da zanîn ku piranîya çekdarên ku di bin ala DAIŞ’ê de şer kirine yan hatine kuştin yan jî niha di girtîgehê de û ew naxwazin derbarê çekdarên revîyane ti spekulasyonê bikin.

XS
SM
MD
LG