Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kêmbûn û Buhabûna Dermanan Jîyana Kobanîyan Dijwartir Dike


Alozîya aborî û ambargoya li ser Sûrîyê bi tevahî û herêmên Bakur Rojhilatî Sûrîyê bi taybet bandor li her beşên jîyanê kiriye, yek ji wan jî kêmbûn û bihabûna dermanan e, welatîyên Kobanê jî jiber vê bihabûnê zehmetîyan dikşînin.

Dermansaz Rohat Kino ji Dengê Amerîka re anî ziman ku sedemên vê buhabûnê gelek in û jiber hatina derman ji Sûrîyê baca gumruka wê jî zêde ye lewma biha tê firotin.

Welatîyê bi navê Midris Şêro ji Dengê Amerîka re behsa bihabûna dermên li Kobanê kir û dîyar kir ku çavdêrî li ser dermanxaneyan tune ye.

Wî daxwaz ji Desteya Tendirustîyê kir ku nirxê firotina dermên kontrol bike.

Tê zanîn piranîya dermanê ku tê herêmê ji kargehên derman yên Sûrî ne.

Loma jî heta ku derman digihêje herêmê nirxê xwe pir buha dibe.

Dîsa, di sîya vê alozîya aborî û rewşa xizanîyê ya welatîyan de buhabûn û kêmbûna derman bûye pirsgirêkeke mezin û barê gelê li Kobanê giran kiriye.

MB_01_25_2023_Medicine_Prices
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:35 0:00

XS
SM
MD
LG