Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Kobanê Xebatên Dîyarkirina Zîyanên Erdhejê


Kobane quake damage

Piştî erdheja 6ê Sibatê, desteya rêveberiyên herêmî û şaredarî ya bajarê Kobanê bi alîkariya odeya endezyaran komîteyeke lêkolîna ziyayên ku gihişt bajarê Kobanê ava kirin, vê komîteyê zêdetirî 500 avahî lêkolîn kirin û nêzî 250 avahî bi ziyanên cuda nirxandin.

Endamê bîroya lêkolînan ya desteya rêveberiyên herêmî û şaredariyan Hesen Reşîd got : ku wan ziyan li gorî sê astan nirxandine û li Kobanê 8 avahî bi temamî ji bin xizmetê derketine .

Rûniştvana Kobanê Emîra Mistefa ji Dengê Amerîka re got: ku gelek ziyan li malên wan bûne û derfeta wan a çêkirinê tune ye, her wiha daxwaz ji rêveberiya xweser kir ku bi wan re alîkar be.

Komîteya lêkolîna ziyanên erdhejê bi awayekî nêzikkirî hejmara xesarên ku li bajarê Kobanê bûyî hesab kirin , û li gorî wan ku zêdetirî ji 800000 dolar e.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00

XS
SM
MD
LG