Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Leşkerên Tirk de Bo Ser Kobanê Zarokek 11 Salî Birîndar Dibe


Zaroka 11 salî Mijdar Osê ya ku bi guleyên Leşkerên Tirkiyê li taxê Kaniya Kurdan li Kobanê birîndar bûyî.
Zaroka 11 salî Mijdar Osê ya ku bi guleyên Leşkerên Tirkiyê li taxê Kaniya Kurdan li Kobanê birîndar bûyî.

îro demjimêr 1'ê piştî nîvro, leşkerên Tirkiyê bi fîşekan êrîş li ser taxa Kaniya Kurdan li Kobanê ku nêzî xeta sînore pêkanîn, di êrîşê de zaroka bi navê Mijdar Osî ya 11 salî ji lingê xwe birîndar bû , lê xelkê taxê karibûn wê ji bû nexweşxanê veguhêzin û niha rewşa wê baştir e.

Li gorî ku dayika Mijdarê, Rewşen Mistefa Mislim ji Dengê Amerîka re got "ku nêzî 50 fîşek ji aliyê ser sînor li taxa wan ketin, û di encamê de zaroka wê ya ku li pêş deriyê mala xwe dilîst birîndar bû."

Zaroka 11 salî Mijdar Osê ya ku bi guleyên Leşkerên Tirkiyê li taxê Kaniya Kurdan li Kobanê birîndar bûyî.
Zaroka 11 salî Mijdar Osê ya ku bi guleyên Leşkerên Tirkiyê li taxê Kaniya Kurdan li Kobanê birîndar bûyî.

Ji hejî bîrxistinê ye ku nêzî 8 roj in, Tirkiyê li ser herêmên Kurdan li Sûriyê êrîşên esmanî encam dide û heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Tirkiyê û rayedarên wê ji derveyî êrîşên esmanî ku tên dom kirin li ser herêmên Kurdan li Sûriyê gefa êrîşeke bejayî jî dikin.

Xelkê herêmê di nava xem û risekê de dane ku dema li vê zivistanê êrîşeke Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê bi ser herêmê de bên.

Raporta Kobanê 27 11 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:28 0:00
XS
SM
MD
LG