Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûrîyê Banga Alîkarîya Navnetewî Dikin


Koma tundrê DAÎŞ ji 15ê Îlonê vir ve êrîşeke pir mezin li ser herêma Kobanê pêk tîne.

Karbidestê Kurd dibêjin, di êrîşan de bi sedan çekdar cîh digirin û çekên Amerîkî yên pêşketî wek tankên nû û Humvee têne xebitandin.

Hevserokê PYD Salih Mislim di hevpeyvîneke taybet ya Pişka Kurdî de dîyar kir ku DAÎŞ bi vê êrîşê dixwaze Qirkirina Şengalê li Kobanê dubare bike.

“Me roleke girîng di astenkrina qirkirina ser Kurdên Êzîdî de lihist, loma DAÎŞ dixwaze tola xwe ji me rake. Divê sazîyên mafên mirovan û hêzên cîhanê rê nedin qirkirineke wiha û dengê xwe li hember DAÎŞ bilind bikin.”

Salih Mislim bang li Serokê Amerîka Barack Obama û koalîsyona dijî DAÎŞ dike ku demûdest êrîşan li dijî koma tundrê bikin.

“Divê Amerîka hember DAÎŞ demeke zûtir gavan bavêjê û êrîşan pêk bîne. Eger nakin jî bila çek bidin me ku emê bikanibin xwe biparêzin.”

Di heman demê de Ajansa Reuters radigihîne ku karbidestên Tirkîyê rê daye sedan gundîyên Kobanî ku ji êrîşên DAÎŞ revîbûn, derbazî nav axa wî welatî bikin.

XS
SM
MD
LG