Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Penaberên Kurd li ser Sînorê Tirkîyê


Penaberên Kurd ji Kobanê tên Sirucê
Penaberên Kurd ji Kobanê tên Sirucê

Di dema ku êrîșên esmanî yên Amerîka û hevbendên wê berdewam in li ser bingehên çekdarên DAİŞ, hejmara penaberên Kurd li ser sînorê Tirkîyê li bakurê Sûrîyê bilindtir dibe û pêwîstîya wan bi alîkarîyê zêdetir dibe.

Çalakdar Bozan Romî ku ew bi xwe jî koçber bûye û li ser sînor e, dibêje rewșa xelkê Kurd pir xirab e, ne av heye, ne xwarin heye û ne jî alîkarîyên tendirustî ji xelkê re têne pêșș kirin.

Romî ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku șerê di navbera șervanên Kurd û çekdarên DAÎŞ de berdewam e û car car dengê top û teqînan giran dibe.

Jibo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê li lînka jêrîn klîk bikin.

Bozan_Romî_9_25_14_SW
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:53 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG