Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sazîyên Sîvîl yên Dîyarbakirê jibo Kobane Daxuyanîyeke Hevbeş Dan


Nûnerên sazîyên sîvîl li Dîyarbekirê
Nûnerên sazîyên sîvîl li Dîyarbekirê

Bi pêşengîya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), 97 rêxistinên sîvîl yên Dîyarbekirê li dijî êrîşên DAİŞê yên ku 16 roj in li ser Kobanê dewam dike, daxuyanîyek dan.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku dilê cîhanê li Kobanê davêje û berpirsî dikeve ser milê hemî gelên Rojhilata Navîn ku xwedî li tekoşîna gelê Kobanê ya bi rûmet derkevin.

"Ger DAİŞ bi serkeve, wê paşeroja hemî gelên herêmê bikeve bin xeterê. Jibo wê jî, em bang li hêzên koalîsyonê dikin ku tedbirên leşkerî zêde bikin ku pêşî li qirkirinan bigirin."

Rêxistinên sîvîl bibîrxistin ku Tirkîyê dixwaze li sînor herêma ewlehî îlan bike û gotin ev peşnîyar ne xwedîyê nîyetên pak e.

Serokê Baroya Dîyarbekirê Tahir Elçî ji Dengê Amerikayê re li ser wê daxuyanîyê peyîvî.

“Gelê Kurd difikire ku hikûmet li Kobanê ne bê alî ye û dixwazin ku Tirkîye polîtîkaya xwe ya Rojava zelal bike."

XS
SM
MD
LG