Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Generalê Amerîkî: Hîn Îhtîmal Heye ku Kobanê Bikeve


Fermandarê bilind yê hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn dibêje, koalîsyona bi pêşengîya Amerîka û hêzên Kurd pêşketinên girîng li hember DAÎŞ dest xistine ku dixwaze Kobanê bistîne.

General Lloyd Austin îro Înê li Pentagonê got,tevî ku pêşketinên berbiçav hene jî, dîsa jî ketina Kobanê di destê DAÎŞê de îhtîmaleke xurt e.

Austin got,wiha xuya dibe ku DAÎŞ kontrolkirina bajarê Kobanê xistiye rêza pêşîn ya rojeva xwe.

Hêjayî gotinê ye, êrîşên esmanî yên Amerîka dijî DAÎŞ di nav vê heftê de pirtir bûn. Di di vê demê de ku şerê li wî bajarî kete mehan didoyan.

XS
SM
MD
LG