Rêvebirîya Kantona Kobanê ragihand ku di êrîşên DAIŞê de heta niha 146 kesên sîvîl jîyana xwe hinda kirin.
Jimareke endamên DAIŞ serê sibeha do Pêncşemê êrîşî Kobanê kiribûn û li nêzîkî sînorê Tirkîyê erebe peqandibûn.
Rêvebirê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SPHR) Rami Abdulrahman ji Dengê Amerîka re ragihand ku jimareke endamên DAIŞ hîn li herêmê ne û şerê nav û dora Kobanê didome.
Rahman got, kuştinkarîya li Kobanê, piştî kuştina 700 endamên eşîra al-Sheitaat li rojhilata Sûrîyê, qirkirina herî mezin ya duyê ku li wî welatî qewimîye.