Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Buyerên Kobanê Û Encamên Siyasî li Tirkiyê


Kobanê
Kobanê

Roja 6 û 8'ê Cotmehê salvegera 'Buyerên Kobanê' ye. Di sala 2014an de piştî êrîşên DAİŞê li ser bajarê Kobanê li bakurê rojhilatê Surîye, di 6ê cotmehê de Kurd jibo piştgirîya Kobanê, li Tirkiye, li 35 bajar, 96 bajarokan, daketin kolanan.

Di protestoyan de li Amed, Mûş, Batman, Sêrt, Entab, Bîngol, Stembolê 42 kes hatin kuştin.

Li gorî daneyên Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyê di her sê rojan de 37 kes hatin kuştin, 761 kes birîndar bûn.

Herwiha li gorî daneyên Komela Mafê Mirovan jî di 7 û 12ê Cotmehê de 46 kes li herêmên cûda hatin kuştin.

Bi giştî li gorî çavkaniyên dayîreyên dewletê û rêxistinên mafên mirov û HDPê, bûyerên wan 3 rojan weha bûn: 761 kes birindar bûn, 1213 kes hatin binavçkirin, 20 jê zarok 183 kes hatin gitin. Di nav sê rojan de 197 dibistan hatin şewitandin, 269 avahiyên fermî, û 1731 mal û dikan hatin talan kirin, û 1230 wesayit ziyan pêketin.

Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu û Serokomar Erdogan ji alozîyan HDPê sûcdar kirin.

Alozî li ser bangewaziya rêberê PKKê Abdullah Ocalan bidawî bibûn. Di wê salê de pêvajoya çareseriyê dewam dikir lê gelek şîrovekar dibêjin pêvajo bi van buyeran derbeyek mezin xwar.

Buyerên Kobanê bû destpêka rakirina parêzbendiya parlamenterîya parlamenterên HDPê jî.

Di heqê hevserok û parlamenterên HDPê de, li ser van bûyeran fezleke hate amadekirin û di 30ê Gulana 2016an de parêzbendiya parlamenteriyê bidawî hat.

Di 4ê mijdarê de jî digel hevserokan 12 parlamenter di encama operaysonek hevdemî de hatin girtin.

Lêpirsîna bûyerên Kobanê di sala 2014an de destpêkir û heft sal şûnda doz vebû.

22emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Enqerê îddianameya dozê qebûl kir û Doza Bûyerên Kobanê di meha Nîsanê de destpêkir.

Heta niha 4 rûniştin çêbûn di 18ê mehê de runiştina pêncan dê lidarbikeve.

Di doza kobanê de 2 hezar û 676 kes dozdar hene. 108 endamên rêvebirîya HDPê weke gûmanbar ji 29 sucên cûda, 28 caran bi cezayê heta hetayê tên dadkirin.

Sîyasetvan Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag, Ayhan Bîgen, Nazmî Gur, Emine Ayna, Ayla Akat, Hatîp Dîcle, Selma İrmak, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Kamuran Yuksek, Ertugrul Kurkçu bi sûcên ''perçekirina yekbûna welat, kuştina mirovan, talan, rêvebirîya rêxistina terorê'' tên sûcdarkirin.

Herwiha di îddianameya dozê de, endamên rêveberiya Konseya Komelên Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan, Mustafa Karasu, Cemil Bayık, Duran Kalkan, Fehman Huseyin û Salih Muslim, Zubeyir Aydar, Remzi Kartal, Nurîye Kesbir jî weke gumanbar û fermandarên bûyerên Kobanê hatine destnîşankirin.

Gûmanbarên doza HDP'ê û Doza Kobanê weke ''Kûmpasa sîyasî'' binav dike û dibêjin doz encama biryara sîyasî hatîye destpêkirin.

Raporta Amedê 07 10 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:24 0:00

XS
SM
MD
LG