Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Desteya Rêveber ya Herêma Firatê Êrîşa Dijî Malekê li Kobanê Şermezar Dike


Şermezar kirina Êrîşa Ser Kobanê
Şermezar kirina Êrîşa Ser Kobanê

Di êrîşeke nû de balefireke bê firokevan li Kobanê li taxa Miktelê malek armac girt, di encam de hijmarek qurbanî û birîndar hebûn.

Desteya Rêveber ya Herêma Firatê ji bo vê bûyerê daxuyaniyek ji bo raya giştî weşand, tê de Tirkiyê bi vê êrîşê tometbar dike, herwiha hat diyar kirin ku di encama êrîşê de 2 qurbanî û 7 jî birîndar bûn.

Ne cara yekê ye ku êrîşên firokên bê firokevan (Dron) li Kobanê pêktên, lê ev êrîş piştî demekê ji rawestandinê pêkhat, û tiştê taybet di vê bûyerê de ku vê carê armac ne otombîl bû lê malek bû .

Di daxuyaniya xwe de Desteya Rêveber ji civaka navnetwî daxwaza alîkarê dike û didin zanîn ku rê li pêş êrîşên Tirkiyê bigrin ku li gor wan sivîl dibin qurbanî, û taybet ji Rûsiya ku ew derbasî herêmê bûn wek aliyekî garanator ji agirbestê ra.

Tê zanîn ku ji dema vekşandina hêzên Amerîkî ji herêmên Kobanê dem bi dem frokên bê firokevan yên Tirkiyê gelek êrîş li Kobanê pêkanîne, di encam de hijmarek qurbanî hebûn.

Raporta Kobanê 26 12 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:39 0:00

XS
SM
MD
LG