Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokên Partîyên Kurd Cejnê bi Awareyên Kobanê re Derbaz Dikin


Hevserokên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Partîya Herêmên Demokrat (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wê cejnê ligel awareyên Kobanê yên li ku li Pirsûsê (Sirûc) ne, derbaz bikin.

Hevserokê HDKê Ertugrul Kurkçu xuya kir serokwezirê Tirkîyê piştî tezkereya leşkerî got ewê neçin Kobanê.

“Em gazincên xwe li rayedarên Tirkîyê dikin ku cejnê li Kurdan dikin şîn.”

Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag jî got ewê cejnê bi gelê Kobanê re derbaz bikin.

“Tirkîye çavê xwe ji çeteyên DAİŞê re digire, hebûna me li sînor wê ji hikûmetê re bibe bersîv. Em bang li hemî gelên Tirkîyê dikin ku werin sînorê Kobanê û bi wan re bibin yek."

Hevseroka KCDê Selma İrmak jî got gelê Kurd û gelên li rojava li Kobanê di bin zilmek mezin de, di bin xetera qirkirinê de ne.

“Em vê cejnê jiber rewşa Kobanê dikin cejna berxwedanê."

Hevseroka DBPê Emine Ayna jî got di cejna qurbanê de ewê gelê Kurd nekin qurbana hêzên emperyalist ku dixwazin Rojhilata Navîn di nav xwe de par bikin."

Hevseroka HDKê Sebahat Tuncelê jî dîyar kir rêya aştîya Tirkîyê ji Kobanê derbaz dibe.

"Di nav gel de bawerîyek çêbûye ku Tirkîye piştgirîya DAÎŞê dike. Hêvîya me ew e di cejnê de Tirkîye berê xwe biguhere û bike Kobanê. Nexwe emê bêjin Tirkye di rexê DAÎŞê de ye."

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:54 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG