Bizavkar û şervanên Kurd ji AP re dibêjin, li Kobanê pevçûnên dijwar navbera YPG û DAÎŞ didomin, di vê demê de ku DAÎŞ bi hêzêke mezin êrîşî bajêr dike.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên mirovan ragihand ku şerên giran li başûr û rojhilata Kobanê berdewam dikin û hêzên YPG du wesayîtên DAÎŞ rûxandin.
Karbidestekî Kurdên Sûrîyê Nasir Hacî Mansur ji ajansê re got ku hêzên YPG pêşî li êrîşên DAÎŞ girt û wan paşve şand.
Mansur herwiha got, tankeke DAÎŞ li rojhilata Kobanê heta peqandin.