Çavdêrîya Sûrî ya mafên Mirovan (SOHR) îro ragihand ku şandeke Neteweyên Yekbûyî serdana bajarê Kobanîyê kiriye.
Wê vîdyoyeke ku erebeyên UN li bajêr nîşan didin li ser platforma X’ê belav kir û got ku ew” li wir in ji bo nirxandina pêwîstîyên mirovî û pêşkêşkirina piştgirîya lezgîn.”
Lê welatî dibêjin ku krîza mirovî li bajêr hîn jî berdewam e û alîkarîyên heyî têra rûniştvanan nakin.
Parêzer Ferhad Baqir got "berî du rojan şandeke NY, Xaça Sor û Heyva Sor derbasî Kobanîyê bûn û li ser navendên vehewandinê gerîyan û dîtin çawa civaka me zehmetîyan dikişîne.”
Wî di peywendîyeke telefonî de li gel Dengê Amerîka, anî ziman ku,” gelek alîkarî derbasî bajêr bûn, lê civak ji belavkirina wan ne razî ye. Hîn ne zelalîyek di vê derbarê de heye, û ev jî metirsîyekê di nava civakê de çê dike û xelk ji pêşeroja xwe bi tirs e.”
“Bêhtirî pêwîstîyên rojane, xelkê pêwîstî bi aramî, azadî û vekirina rêyan heye. Xelkê Kobanîyê hest dike ku ew tê cezakirin,” Baqir got.
Ji alîyê leşkerî ve Baqir dibêje ku “herçendî li rojavayê bajêr hin nobedarîyên hevbeş di navbera hêzên asayîşa Kobanîyê û hêzên hikûmeta demkî ya Sûrîyê de hene, lê li alîye başûrê bajêr û gundên li ser rêya M4, hîn hêzên girêdayî Şamê venekişîyan e.”
Çalakvan dibêjin ku vê rewşa neseqamgîr li derdora Kobanîyê, bandoreke rasterast li kirîza mirovî ya nava bajêr kiriye.
Rojnamevan Stêrê Çelo nîşan da ku kêmbûna mazota germkirinê hîştiye ku rûniştvan bo demjimêrên dirêj li pêş benzînxaneyan rawestin.
SOHR’ê jî li ser platforma X’ê bal kişand ser vê kirîzê û got,”di encama dorpêçê de, kirîza mazota germkirinê li Kobanîyê tundtir dibe û welatî daxwaza para xwe dikin.”
Ev bû nêzîkî mehekê ye ku bajar rastî kirîza mirovî hatîye di encama dorpêçeke ku Kobanî dibêje ew nizanin çima nayê bidawîanîn.
Ji bo wergirtina bersiva alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê li dor vê dorpêçkirinê, Dengê Amerîka hewl da ku peywendîyê bi berpirsên Şamê re bike lê bersiv nebû.