Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karwanekî Alîkarîyan Derbasî Kobanîyê Dibe

Karwanê kemyonên alîkarîyan digihin Kobanîyê
Karwanê kemyonên alîkarîyan digihin Kobanîyê

Karwanekî alîkarîyên mirovî yê Kenal 8 a herêma Kurdistanê şeva borî gihîşte bajarê Kobanîyê.

Rojnamevan Delîl Remedan, ji Dengê Amerîkayê re ragihand ku “ev karwan ji 17 kemyonan pêk tê, ku bi dehan ton alîkarî vedihewîne, di nav de jî, 15 ton betanî, 15 ton birinc, 40 ton ard,15 ton derman, û 5 ton ava vexwarinê.”

Remedan ku peyamnêrê Kenal 8 e li Kobanîyê dibêje ev Alîkarî hatine radestkirin bo komeleya Mezopotamyayê ku dê bi erka belavkirinê rabe.

Berpirsa Komeleya Mezopotamyayê ya xêrxwazî Cemîle Hemê di peywendîyeke telefonî de, ji Dengê Amerîka re got ku ew rastî dijwarîyeke mezin hatin heta ku karibûn erêkirina hikûmeta Demkî ya Sûrîyê, di nav de jî erêkirina wezareta Tenduristî, wezareta navxweyî, û parêzgarê Hesekê werbigirin û bi Kenal 8 re van alîkarîyan derbasî Koabnîyê bikin.”

Hemê got ku ev karwan ji 450 ton alîkarî pêk tê û ewê bi hevkarîya li gel desteya karûbarên civakî li ser xelkê werin belavkirin.

Berî vî karwanî, Neteweyên Yekbûyî û Heyva Sor a Sûrî jî alîkarî derbasî Kobanîyê kiribûn, lê xelkê bajêr gazinan ji kêmbûna alîkarîyan dikin û dibêjin ku rewşa tenduristî jî her ku diçe xerabtir dibe.

Serokê desteya tenduristîyê li Kobanîyê Dr. Ehmed Mehmûd dibêje ew wek berpirsên tenduristîyê li bajêr rastî nebûna dermanan dibin.

Wî ji Dengê Amerîkayê re got ku “niha demsala inflowenza û girîp e û dermanên wan li bajêr nemane û em tenê sîtamol didin nexweşan û dema ku ava Kobanîyê qut bû , xelkê ava bîran vedixwar û di encamê de heta roja îro nêzîkî 3 hezar rewşên nexweşîyên kulbûna rovîyan û zikçûnê çê bûne.”

“Dermanên me yên nexweşîyên demdirêj, wek şekir, û fişara xwîne, nemane. Taqîgehên nexweşxaneya giştî rawestîyane. Têstên xwînê nema dibin. Dema em neçar dibin emelîyatan bikin , em wan bê têst dikin,” Mehmûd got.

Ev bû bêhtirî mehekê ye ku bajar rastî kirîza mirovî hatîye di encama dorpêçeke ku Kobanî dibêjin ew nizanin çima nayê bidawîanîn.

Karwanê Alîkarîyên Kenala 8 Gihişte Kobanîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:20 0:00
XS
SM
MD
LG