Germbûna gerdûnî (global warming) dibe sedema guherîna klîma (keşûhewa) û ew jî ewlehîya xwarinê û aborîya civakî li herêma Kobanî dixe metirsîyê. Cotkar jiber neketina baranê zevîyên xwe vala dihêlin, herwiha xema peydakirina êmên jibo pezên xwe dixwin.