Li bajarê Kobanîyê coşa Cama Cîhanê bi civatên germ berdewam dikin, tevî ku gelek zehmetî û astengî li bajêr hene.
Bilindkirina buhayê nan ji alîyê hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve barê welatîyên li Kobanîyê giran dike û wan neçar dike ku kirîna nan kêm bikin.
Xecê Îmam, jineke Kurd ji navçeya Kobanîyê, bi rêya hunera dengbêjîyê û bi nasandina amûrên kevnare hewl dide çanda herêmê û kelepûra ne madî biparêze.
Sîstema nû ya wergirtina genim di sîloyan de ji aliyê hikûmeta demkî ya sûrî ve bûye cihê nerazîbûnê li cem çotkarên Kobaniyê.
Di navbera xewna vegerê bo ser cih û warên xwe bi awayekî ewle, û jiyana di nava kavilên muzexeneya Kobanîyê de, çarenivîsa malbatên derbiderên ji Girê Sipî û Reqayê nediyar dimîne.
Li herêma Kobaniyê, diyardeya karkirina zarokan ji ber mercên aborî û jiyanî yên xirab bi awayekî berfireh belav dibe.
Li Kobanîyê diyardeya belavbûna dûmana ji şekmanên otombîlan ji ber xerabîya sotemenîyê û çanda derxistina qutîya jîngehê zêde bûye. Gelo di Roja Cîhanî ya Jîngehê de, desthilatdarên xwecihî li Kobanî û hikûmeta Sûrîyê dê karibin qanûnên biryarder bistînin da ku rê li ber van metirsîyan bigirin?
Vekirina bendavên Tirkîyê yên Çemê Feratê bûye sedema lehîyeke mezin ku ligel wê krîzeke mirovahî û jîngehî derketiye. Li gundewarê Kobanîyê, zêdebûna asta ava Feratê zirar gihandîye çandinîyê û jiyana sivîlên xwecihî xistîye metirsîyê.
Li Kobanîyê helbijartinên parlemanê hatin lidarxistin û du kesan qezenc kir ku yek ji wan Kurd e, lê ev helbijartin ji hêla hin partiyên siyasî ve hatibûn baykotkirin.
Piştî derbiderîya salên dûr û dirêj, yekem karwanê derbiderên Efrînê yên li Kobanîyê vegerîya Efrînê. Derbider dibêjin wan hin metirsî hene lê bi vegera bo mal û milkên xwe kêfxweş in.
Pispor û çavdêr li bajarê Kobanîyê yê Rojava dibêjin ku prosesa entegrasyonê ligel Şamê dike ku krîzeke bêkarîyê li nav hejmareke mezin a karmendên Rêvebirîya Xweser peyda bike.
Civateke berfireh roja Şemîyê bo pêkhate û eşîrên herêma Firatê ya Sûrîyê li bajarê Kobanîyê pêk hat. Mebesta vê komcivînê bihêzkirina peywendîyên civakî û parastina aştîya navxweyî bû.
Dora 80 Xwendekarên zanîngeha Kobanîyê, beşê zimanê Kurdî di merasîmekê de bawernameyên xwe yên derçûnê wergirtin û Rêveberîya zanîngehê ew derçûn wek gaveke girîng anî ziman.
Apê Mihemed û malbata xwe ji gundekî dûr ê Kobanîyê hatine navenda bajêr da ku beşdarî meşa girseyî ya daxwaza azadîya dîlên şer bibin. Lawê Mihemed yek ji dîlên şer e dema ku ew di nava Hêzên Sûrîya Demokratîk de bû ji alîyê hêzên hikûmeta Sûrî ya demkî ve hatîye girtin.
Li devera Kobanîyê veguhestina navendên ezmûnên xwendekaran ji Helebê bo Sirînê bûye cihê pirsgirêkan li cem xwendekaran. Hikûmeta demkî ya Sûrîyê tê tewanbarkirin ku ew mijara ezmûnan wekî givaştineke siyasî bikar tîne. Hikûmet jî bersivê dide.
Almaz Romî yekem jina Kurd e ku dibe seroka şaredarîyeke hikûmeta Sûrîyê. Ew dibêje wê gelek plan ji bo bajarê Kobanîyê hene.
Li Kobanîyê derengketina pêvajoya entegrasyonê di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û hikûmeta demkî de dibê cihê metirsîyê li cem rûniştvanan. Ji ber vê yekê ew dibînin ku pêwîstî bi encûmeneke şêwirmend heye da ku taybetmendîya Kobanîyê biparêze.
Bêrîvan Remo ku ji gundewarê Kobanîyê ye, tevî her şeş zarokên xwe, di nava malbatên dîl û windabûyan de li meydaneke bajarê Kobanîyê di xwepêşandanekê de daxwaza eşkerekirina çarenûsa zarok, hevjîn, û kesûnasên xwe kir.
Çandinîya herêma Kobanî, taybetî jî genim û ceh jiber neketina baranê têk çû. Ew rewş zîyaneke mezin digîhîne cotkaran ku dahatên wan tenê li ser çandinî ye û herwiha dibe sedema kêmbûna xwarina deverê.
Li bajarê Kobaniyê gel ji bo şermezarkirina komkujiyên li perava Sûriyeyê li dijî Elewiyan pêk tên derketin qadan. Her çend lihevhatina li gel Şamê çêbûye, lê bombebarana Tirkiyê li ser bendava Tişrîn û pira Qereqozaqê dom dike.
Pirtir bar ke