Li herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê bi giştî nexweşîyeke vîrusî salane hejmareke mezin ya zarokan belav bûye û bû sedema mirina jimareke zarokan.
Dr. Xurşîd Fahî ji Dengê Amerîka re got ku sedema giranbûna nexweşîya îsal jiber belavbûna wê bi nexweşîya sorikan re bû loma her du nexweşî ketin nav hev.
Jiber belavbûna nexweşîyê, rêvebirîya dibistanên Kobanê jibo paqijkirina dibistanan û parastina zarokan ji nexweşîyê du roj betlane ragihandin.
Berdevkê rêveberîya dibistanan Kamîran Kobanê got ku ev nexweşî li bajêr di bin kontrolê de ye û li gor herêmên din hejmara pêketîyan kêm e, lê jiber tirsa malbatan wan dibistan heya demekê rawestandin.
Jêderên saxlemîyê dibêjin ku rojane pirtir ji 300 zarokan têne nexweşxaneyan, lê heya niha li Kobanê tenê zarokek, li nahîya Sirinê du û li bajarê Reqa jî 11 zarok jîyanên xwe ji dest dane.