Îro cîhana Sporê ji sedema mirina Efsaneyê Lîstîka Basktablê Kobe Bryant kete di nava xem û şêniyek mezin de, piştî ku roja Yekşemê firoka wan ya Helîkopter li girên derveyî bajarê li Los Angeles ketî xwar.
Polîsê Los Angeles da zanên ku Kobe Bryant yek ji wan pênc kesane yên ku di ketina firokê de jiyana xwe ji dest daye, firoka wan nêzîkî 65 kîlometran dûrî bajarê LA ketîye xwar.
Desthilatdaran derbarê sedema ketina firokê çi horgilî nedan, heta ku neda zanîn kanê rewşa hewayî ya mijdar rol di ketina Helîkopterê de habû yan na.
Kobe Bryant yê navdar bû bi siwarîya Helîkopterê ji mal bo yarîgehên sporê li LA da ku xwe ji qelebalixa trafîkê rizgar bike.
Bryant 41 salî bû, ew yek ji meşhurtirîn lîstikvanên lîstîka Basketbalê tê naskirin, wî gelek xelatên qehremanîya Basketbalê li Amerîka wergirtine û sala 2008ê xelatê baştrîn lîsikvan stendî ye.
Nav û bangên Bryant zû belavbûn û sala 1998ê kesê herî xort bû weke lîstîkvanê pispor û genc hatî nas kirin, lê sala 2016ê ji sedema birîn û şikestinan di bedenê wî de dest ji lîstîka Baskatbalê berdabû û xanenişîn bûbû.
Sala 2018ê xelata Oskar stend dema ku rol di filîmekê anîmasyon de dîtî û wek baştrîn filîmê livok-Anîmatsyon hatî hilbijartin.
Gelê Amerîka rastî diltezîn û xemgîneyek mezin hat dem bo mirina efsaneya lîstikvanê xwe yê niştîmanî Kobe Bryant zanî.
Serokê Amerîka Donald Trump di twîteke xwe da balkişand ser mirina Kobe Bryant û got "ٌRaport didin zanîn ku Kobe Bryant lîstikvanê mezin yê Basketbalê tevî 3 kesên dî di bşyera ketina xwar ya Helîkopterê de li California mirîye, ev nûçeyek nexweşe".
Barack Obama serokê berê yê Amerîka dîsan di twîtekê de xemgîniya xwe anî ziman da zanîn ku Kobe kesekî efsaneyî bû, twîta Obama weha ye "Kobe efsane bû di qada Basketbalê de, û wî qunaxa xwe ya duyan ya jiyanê taze destpêkir bû, bo me weke daybab mirina Gianna dîsan dilxemgînîyek zêdetir bû, Michelle û Ez em di vê rojê de viyan û dûyana bo Vanessa dişînîn û hemû malbata Bryant."