Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Koca jiber Belavbûna COVID-19 li Amedê Ye


Fahrettîn Koca

Wezîrê Saxlemîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca jibo rewşa hereme gotûbêj bike, pêdivîyan eşkere bike û plansazîya nû çêke li Amedê ye.

Ew di nava rojê de bi gerînendeyên saxlemiyê, rêvebirên sehayan, serhekîmên nexweşxaneyên bajarên Amed, Şirnex, Ruha, Batman û Mêrdînê re civînek li dar dixe.

Wezîr Koca berîya civîna bi midur û doktoran re li hola daxuyaniya walîtîya Amedê preskonferansek li dar xist.

Li gor daxuyanîya Koca dema pandemîyê li Amedê vîrus di bin kontrolê de bû.

''Lê di hefetyên dawî de dîmenên ku me nedixwest em bibinin, derketin holê. Çavê wezareta me li ser Dîyarbekirê ye. Dîyarbekir jî di nav bajarên ku hejmara nexweşan zêde ye cî digre. Jiber vê rewşê li nexweşxaneyan jî aliyê cî pirsgirêk çêbû.''

Koca bi berdewamî got ku Tirkîye yek ji welatên herî serkeftî ye ku karê fîlyasyonê bi baş dike.

''Me bi vê rêyê belavbûna nexweşîyê di bin kontrolê de hîşt. Li gor sê hefte bere hejmara pêketîyan li Dîyarbekirê daketîye ji sedî 49an,''wezîr Koca got.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG