Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Koçberên Ukraynî Nêzî 3 Mîlyonan Dibe


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku ji şerê Rûsya û Ukrayna vir ve, ku di 24’ê Sibatê de destpê kiribû, 2,800,000 kes ji Ukrayna revîne.

Karbidestên Yekîtîya Ewrupa (YE) dibêjin dibe ku hejmara penaberên Ukraynî bigiheje 5 mîlyoan.

Jiber şer bi mîlyonan kes jî di hindur Ukrayna de koçber bûn.

Piranîya wan koçberan ji rojhilata Ukrayna ber bi Lviv ya li rojava revîne ku li rojavayê Ukrayna, li gor rojhilata wî welatî rewiş aramtir e.

Koçberên Ukraynî ji welatên derve pirtir çûne Polonya û xêncî wir, derbazî welatên wek Slovakya, Romanya, Macaristan û Moldovayê bûne.

Komara Çek ya dûrî pejirandina penaber kir. Pragê derîyên xwe bi deh hezaran penaberan vekirine.

Ukrayna û welatên rojava ser êrîşa Rûsya dibêjin ‘’dagirkerî’’ ye, lê Moskow wê gotinê red dike û dibêje ku leşkerên Rûs di ‘’operasyoneke taybet’’ de ne.

XS
SM
MD
LG